EM LI BENDA TEVLÎBÛNA WE YA ŞAHIYA BERXWEDANÊ NE!

EM LI BENDA TEVLÎBÛNA WE YA ŞAHIYA BERXWEDANÊ NE!

berxwedanstenbul

Nûner û burokratên şîrketên kapîtalîst ên pirnetew û dewletan, ji ber civîna salane, ya IMF (Fona Pareyan a Navneteweyî) û Banqeya Cîhanê, ya ku dê jiyana bi milyaran mirovan reş bike û bike jehr, di 6 û 7’ê Cotmeha 2009’an de dê li Stenbolê bin.

Civîneke zîrweyeke din a ku bi armanca parastina serdestên kapîtalîst çêdibe, ku dê li ser paketên aborî, şert û mercên ahengsaz ên bingehîn, polîtîkayên kemerşidandinê, ku ji bo xîzan û feqîrên bi milyaran û ji bo pêşeroja gerestêrka em li ser dijîn, ji bilî zêdekirina xelekên zincîra kedxwariyê pê ve bi kêrî tiştekî nayê bê axavtin…

Ewqas tiştên ku hatine jiyîn bi awayekî aşkera nîşanî me daye ku, (Arjantîn, Jamaîka, Ekvador, Nîjerya, Kenya û hwd.) polîtîkayên IMF û Banqeya Cîhanê ji bilî xîzanî-feqîrî û kedxwariyê pê ve tiştek neaniye û nayîne. IMF û Banqeya Cîhanê ya mîmarên gerdûnîbûna Kapîtalîzmê ne, bi riya polîtîkayên veguherandina bajarî(asîlkirin), di asta yekem de berpirsyar in ku, malên xîzan û feqîran ji destê wan diçe, ew dibin penaber; ava ku bingeha jiyanê ye dikeve destê çend kesan û nava lepên çend şîrketan, bi pêkanîna polîtîkayên  çandinî hilberînerên herêmî dibin mehkûmê patronên kapîtalîst, bi riya zagonên karkirinê (îstîhdam) xelekên nû li xebatkaran zêde dike.

13.000 diz û talanker û ji van zêdetir hêzên ewlekariyê, yên ku ji bo parastina wan ferman jê re hatiye dayîn, di wan rojan de dê di nava me de bigerin. Bi îhtîmaleke mezin jî dê wan rojên me li me bikin dojeh (cehenem)! Lêgerîn, pirsa nasnameyan, girtina riyan, dorpêçkirina der û dorê û hwd…

Werin, em bi hev re, di van rojan de jiyana wan bikin dojeh. Şahiya me bila bibe xewnreşka (qebûsa) wan!

Em dixwazin, di navbera 1-8 Cotmehê de, li dijî IMF û Banqeya Cîhanê çalakiyên cûr bi cûr, gotûbêj, xebatên atolyeyan, pêşengeh û konseran li dar bixin. Ji bo kesên ku dê ji welat û bajarên din bên dê mal bên peydakirin. Kesên ku dixwazin tevlî amadekariyên organîzasyon û çalakiyan bibin bi riya agahiyên ragihandinê dikarin bi me re bikevin têkiliyê. Weke din, kesên ku dixwazin di derbarê xebatên amedekariyê bi rêk û pêk bibin xwedî agahî dikarin malpera me a web’ê ku dê her tim bê nûkirin ziyaret bikin.

Bi hêviya, ku di rojên şa yên berxwedanê de em piştgiriya navneteweyî bilind bikin.

Li Dijî Sermiyanê Xweseriya Gelan!

Tu jî Bibe Dengek Ji Bo Qêrîna Li Dijî Sermiyana Neteweyî û Navneteweyî!


Ragihandi Zanyar:

http://direnistanbul.wordpress.com / (Tirkî)

https://resistanbul.wordpress.com / (Îngilîzî)

direnistanbul@gmail.com

Advertisements

2 Responses

  1. […] EM LI BENDA TEVLÎBÛNA WE YA ŞAHIYA BERXWEDANÊ NE! Posted on July 23, 2009 by direnistanbul […]

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: